• Monday, 16 February 2026
logo

Xwepêşanderan mala Henan Fetlawî ya li Besrayê şewitandin!

Gulan Media September 8, 2018 Nûçe
Xwepêşanderan mala Henan Fetlawî ya li Besrayê şewitandin!
Xwepêşanderên Besrayê wek hemû berpirsên din ên Iraqê ku mal û cîhên wan hene li Besrayê, mala jina parlamentera Iraqê ya berê Henan Fetlawî şewitandin.

Li gor tomara videoyî, xwepêşandanên wan çend rojên dawî yên li Iraqê de, mala yek ji Berpirsên Iraqê ya li Besrayê hatiye şewitandin mala parlamentera berê û serokê tevgera îrade ya Iraqê Henan Fetlawî bûye.

Xwepêşander tiştên li malê derdixin derve û dişewitînin û gelek dijûn û xeberan ji Fetlawî re dikin û wek gendel û nimûneya berpirseke xirab wê pênase dikin.

Fetlawî yek ji parlamenterên Iraqê yê herî diyar, li gel Ala Talabanî û Sîrwe Ebdulwahîd û gelek parlamenterên din dijatiya herêma Kurdistanê û daxwazên gelê Kurdistanê yên dijî serxwebûna Kurdistanê dikir û Fetlawî bi serbilindî ve di tomareke videoyî de behsa çar salên ku rêgir bûye li bicîhanîna madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê dike.

Basnews
Top