Bafil Talebanî bi tundî gef li PKKê xwar lê paşê poşman bû!
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ji ber revandina serkirdeyekî wê partiyê ji aliyê PKKê ve gef li PKKê xwar lê paşê poşman bû!
Ev çend roj e serkirdeyekî YNKê bi navê Mihemedşa Merwan, ku cîgirê berpirsê melbenda YNKê li devera Raperîn e, ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye revandin.
Heta niha YNKê bo azadkirina wî serkirdeyê xwe tiştek nekiriye lê şeva borî medyaya YNKê ji zarê hevserokê YNKê Bafil Talebanî peyameka tund belav kir û ragehnad, Bafil Talebanî gotiye, eger PKK di nav 72 demjimêran de Mihemedşa Merwan bernede dê helwestek tund nîşan bidin.
Lê piştî demek kurt ew nûçe ji aliyê medyayê YNKê ve hat rakirin.
Ev helwesta medyaya YNKê di sosyal medyayê de rastî tirrane û mesqereyan hat.
Basnews
