Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Şanderê K24ê bo Koyê da zanîn, di encama êrîşa li ser baregehên Polîtburoya HDK û HDK-Î yên li Koyê, hejmarek kes şehîd û birîndar bûn, di nava wan de Sekreterê Giştî yê HDK Mistefa Mewlûdî û sekreterê berê Xalid Ezîzî birîndar hebûn.
Şanderê K24ê da zanîn jî, dema êrîş li ser baregehên HDK û HDK-Î li Koyê bûne, di wan baregehan de civîn hebûn.
Amaje bi wê jî kir, ew avahiyên hatin bombebaran kirin hatin rûxandin û hejmarek mezin ji serkirde û endamên HDK û HDK-Î birîndar bûn.
Sekreterê Lawên HDKê Pêşewa Elîpor ji K24ê re ragihand, êrîşî ji esman ve hate kirin, berê jî êrîş li baregehên me bûbûn, lê ev yekem car e ji esman êrîş hatiye kirin.
K24
