Hersê girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hatin sêdaredan
Li gorî zanyariyên Rûdawê berpirsên Girtîgeha Recayê Şar a Îranê biryara sêdaredana hersê girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Husên Penahî, Zanyar û Loqman Penahî îro danê sibê cîbicî kiriye.
Birayê Ramîn Husên Penahî, Emcet Penahî jî piştrast kir ku îro Şemiyê (08-09-2018) birayê wî li girtîgehê hayiye darvekirin.
Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî roja 23ê Hezîrana 2017ê li bajarê Sine bi birîndarî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hate girtin.
Di Çileya 2018ê de Dadgeha Şoreşê ya Sineyê cezayê sêdaredanê da Panehî û di 13ê Tebaxa 2018ê jî ji bo Girtîgeha Recayî Şar a bajarê Kerecê hate veguhestin.
Ramîn di dadgehê de red kiribû ku li dijî hikûmeta Îranê çalakiyên çekdarî kiribin. Herwiha parêzerên wî gotibûn Dadgeha Sineyê biryara efûkirina wî tomar kiriye û li gorî yasayan divê biryara îdamê were rawestandin.
Ramîn Husên Penahî ev demek bûy di jûreke takekesî de dihate girtin û ev 13 roj bûn di gireva birçîbûnê de bû. Ji bo sekinandina biryara darvekirinê li Kurdistan û deveyî welat çalakvanên mafên mirovan çendîn caran kempîn sazkirin û van çalakiyan di raya giştî de deng veda.
Herdu pismam jî hatine sêdaredan
Girtiyên siyasî Zanyar û Loqman Mûradî jî ku ev 10 sal in girtî ne, roja Çarşema borî ve veguhestibûne jûrên takekesî.
Roja Înê herdu girtiyan li gel malbatên xwe hevdîtin pêk anînbûn û li gorî gotina dayika Zanyar Mûradî, Amîne Qadirî, berpirsên girtîgehê ji kurê wî re gotine roja Şemiyê dê werin sêdaredan.
Loqman û Zanyar Mûradî sala 2009ê bi tometa kuştina kurê melayê bajarê Merîwanê hatibûne girtin.
Amîne Qadirî çend roj beriya niha ragihand, ku Zanyar û Loqman bêtawan in û Mele Mistefa Şêrzadî yê melayê Merîwanê jî di nav xelkê de mikur hatiye ku Zanyar û Loqman ne kujerên kurê wî ne û ew bêtawan in.
Rudaw
