Qamişlo.. 11 ji rêjîmê û 7 ji asayişê hatin kuştin
Hêzên Ewlehiya Hundirîn di daxuyaniyekê de aşkere kir, îro 3 otombîlên leşkerî yên hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve derbasî nava Qamişlo bûn û hejmarek ji xelkê bajêr desteser kirin û dema di xaleke Ewlehiya Hundirîn re derbas bûn, teqe lê kirin.
Daxuyaniyê da zanîn, di encama bersivdana ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn de, 11 endamên rêjîma Sûriyê hatin ku û 2 endam jî birîndar bûn.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn amaje bi wê jî kir, di şer de jî 7 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn canê xwe jidest dan û endamek jî birîndar bû.
K24
