Ji Amerîkayê daxuyaniya Besrayê
Niştecihên parêzgeha Besrayê ku hejmara wan zêdetirî du milyon kes in, ji ber çendîn qeyranan dinalin, bi taybetî ji ber pîsbûna ava Şetul Ereb, ku bandora neyênî kiriye ser ava vexwarinê, li gor amarên nexweşxaneyên Besrayê, nêzîkî 20 hezar kes li wê parêzgehê ji ber vê sedemê bi jehr ketine.
Xelkê parêzgehê parêzgeha Besrayê ji 8ê tîrmehê ve ji ber van sedeman dest bi xwepêşandanan kirine.
Xwepêşanderên Besrayê hejmarek saziyên hikûmî û baregehên partiyan û dezgehên ragihandinê yên li parêzgeha Besrayê şewitandin. Herwiha Xwepêşanderên Besrayê di dema xwepêşandanan de Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê şewitandin.
Berdeveka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert derbarê wan bûyeran de daxuyanî da û ragihand ku ew tundiya li dijî diplomatan şermezar dikin.
Heather Nauert bibîr xist ku mafê xwepêşandanên aştiyane û erka parastina milkên giştî û yên taybet di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de ye û got: “Em banga tevahiya aliyan di nav de hêzên ewlehiyê û xwepêşander jî, dikin ku mafê xwe yê protestoyan bi awayekî aştiyane bikar bînin û ligel wê yekê kesên diplomat û avahiyên fermî bêne parastin.”
Hêzên ewlehiyê ji bo xwepêşandanan serkut bikin zêdeyî 25 sivîlan kuştine û bi sedam xwepêşander jî birîndar bûne.
Rudaw
