Iran: Pêştir pilan bo şewtandina balyozxaneyê hatiye amade kirin
Piştî ku îro xwepêşander li Besreyê balyozxaneya Îranê ya li vê bajarê Şewtandin, Îran jî deriya sînorî ya Şelemçeyê daxist û niha li vê deriyê hatûçû nayê kirin.
Herwiha peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî jî di presskonferansekî de bi tundî şewtandina balyozxaneya Îranê şermezar kir û ragihand ku piştir pilan bo şewtandina balyozxaneya Îranê hatiye amadekirin.
Qasimî diyar kir ku şewtandina balyozxaneyê ti zirarê canî li pey nebûye lêbelê zirarên mezin yên madî ber balyozxaneyê ketine.
