• Thursday, 21 May 2026
logo

Rûsye êrîşî ser cîhadiyên Tirkiyeyê kir

Gulan Media April 26, 2022 Nûçe
Rûsye       êrîşî ser cîhadiyên Tirkiyeyê kir

Li Efrîn û Îdlibê li cîhadiyan daye.

Li gor daxuyaniyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR tê nasîn, balefirên şer yên Rûsyeyê dîsa dest bi êrîş kirine ser komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve li Îdlib û Efrînê kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku îro duşem, balefirên şer yên Rûsye li Idlib û Efrînê êrîşeke dijwar birine ser komên cîhadî û bi dijwarî cîhên wan bordiman kirine.

Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn duhê jî Tirkiye ragihandibû ku esmanê xwe bo hatûçûya balefirên Rûsî bo Sûriyeyê daxistiye.

Du roj beriya niha jî Rûsye li Ezaz û Babê jî bi mûşekan êrîşî ser komên cîhadî kiribû.

 

Top