Generalê amerîkî serdana Rojava kir
Li gorî daxuyaniya li ser twittera Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, duh Generalê amerîkî Poul Funk serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û li Eyn Îsa li gel Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kûbanî (Şahîn Cilo) hevdîtin pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku operasyonên HSDê yên li naverast û rojavayê Firatê dê berdewam bikin.
Ev hevdîtin di demekê de ye ku li Sûriyê behsa egera operasyona li Idlibê di rojevê de ye û berdevkê HSDê Kino Gabriyel jî ragihandibû ku ji bo beşdarbûna vê operasyonê ti daxwazek ji wan re nehatiye.
Rudaw
