Berpirsekê Gorran: Divê kurd vê carê bi hewara Kerkûkê biçin!
Endamê civata niştimanî ya Gorranê Hekîm Ubêd ji BasNewsê re got, divê vê carê kurd di parlamentoya Iraqê de hemû hêza xwe bikar bînin bo bicîhanîna madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê her wiha çareyekê ji rewşa Kerkûkê re bibînin.
Hekîm Ubêd her wiha got, çimkî eger kurd bi hewara Kerkûkê neçin ez ditirsim derdek were serê Kerkûkê êdî ti carî neyê dermankirin!
Wî berpirsê Gorran bang li partî û firaksyonên Kurdistanî kir li şûna ku bo bi dest anîna post û meqam şer bikin, bi hikûmet û aliyên Iraqî re li ser çarenivîsa Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin. Divê xem û derdê me ew be. Mafên hêzên Pêşmerge jî nabe bên jibîrkirin.
Hekîm Ubêd anî ziman ku eger daxwaziyên kurdan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve neyên qebûlkirin divê kurd tevlî hikûmetê nebin û got, ez dîsa dibêjim divê em serê xwe li ser rewşa Kerkûkê biêşînin, çimkî eger em bê Kerkûkê gavekî bavêjin ew gava me dê serkeftî nebe. Helbet bo vê jî divê partiyên Kurdistanî bi tabet PDK û YNKê xeletiyên xwe yên berê sererast bikin. Eger tenê derd û xema me wezîrtiyek yan meqamek be wê çaxê emê zerer bikin. Em divê netewî kar bikin û berjewendiyên netewî bidin pêşiya xwe.
Basnews
