• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Emmanuel Macron dike

Gulan Media April 25, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Emmanuel Macron dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Emmanuel Macron kir, bi boneya dubare hilbijartina wî wek Serokê Fransayê.

Mesrûr Barzanî peyama xwe li hejmara xwe taybet a tora civakî “Twitter” arasteyê Macron kir û nivîsî: “Germitirîn pîrozbahî bi boneya dubare hilbijartina we dikin.”

Herwiha tekez kir: “Çavê me li wê ye bi hev re kar bikin, ji bo berdewamiyê bidin dostaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê.”

Îro gera duyem a hilbijartina Fransayê birêve çû û li gor encamên destpêkê, Macron bi rêjeya % 58 a dengan bi dest xist û bi ser rikabera xwe  Marine Le Pen ket.

 

K24

Top