• Thursday, 21 May 2026
logo

Li Stenbolê polîsan êrişî du ciwanên Kurd kir

Gulan Media April 25, 2022 Nûçe
Li Stenbolê polîsan êrişî du ciwanên Kurd kir

Li navçeya Beyoglu meydanaTaksîm bajarê Stenbolê ya Tirkiye polîsan êrişî zarokek û ciwanên Kurd kirin û li wa xistin.

Li gorî medyayên Tirkiye belav kirîn, li meydana Taksîma ya navçeya Beyoglu polîsên Tirkiye roja yekşemê(24.04.2022) li zarokek û ciwanekî Kurd yên xelkê bajarê Mêrdînê yên bi navê Enes Alpê 14 salî û Omer Alp ê 22 salî xistin û dev û çavê wan reş û şîn kirin.

Li gori ku tê gotin dema polîsan li van du birayên ku xelkê Mêrdînê ne dixin, geştyarên biyanî yên ku li cihê bûyerê bûne, nerazîbûn nîşanî van polîsan dane û ev zarok û ciwan ji nav destê polîsan derxistine.

Parlamenterê berê yê HDPê Mehmet Alî Aslan jî dîmenê wan belav kir û got “2 birayên Kurd Enes Alp ê 14 salî û Omer Alp ê 22 salî ji aliyê polîsên ewlekariya Taksîmê ve bo kuçeyên pişt hatin kaşkirin bi awayekî tund hatin derbkirin”

 

Rudaw

Top