DAIŞ li derdora Mexmûrê dest bi tevgera xwe kiriye
Li gor zanyariyên BasNewsê li du rojnên borî de li gundê (Elîyawe, Pîrdawsan, Hawarxer û Kêleşîn li çiyayê Qereçûx li nêzîkî bajarê Mexmûrê çekdarên DAIŞê dest bi tevgera xwe ki û xelkê navçeyê hest bi wê tevgerê dikin.
Her li gor zanyariyên BasNewsê piştî wê tevgerê artêşa Iraqê sînorê wan gundan bordûman kirin, ev yeke jî tirs û dilkiraniyek xiste dilê xelkê de.
Xelkê bajarê Mexmûrê amaje bi wê yekê kirin ku, hêviyan wan tenê bi hêzên pêşmerge heye, ji ber heta niha tirsa wê yekê heye hêzên Iraqê navçeya Bazage ya nêzîkî bajarê Mexmûr ne parêzin.
Basnews
