• Monday, 16 February 2026
logo

Li Besrayê alozî didome – Avahiya partiya Nûrî Malikî hat şewitandin!

Gulan Media September 7, 2018 Nûçe
Li Besrayê alozî didome – Avahiya partiya Nûrî Malikî hat şewitandin!
Navend û ofîsên partiyên şîe yên Iraqê yên li bajarê Besra ji aliyê xwepêşanderan ve hatin şewitandin.

Xwepêşandan û hêrsa xelkê Besra li dijî nebûna av, elektirîk û xizmetugzariyên giştî didome. Heta niha di aloziyan de herî kêm 9 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, xwepêşanderan îşev agir berdan avahî û navenda Partiya Deiwe ya Îslamî ya Iraqê, her wiha agir berdan avahiya bizava Bedir û baregehên komên Heşda Şeibî.

Hikûmeta Iraqê li nav bajêr qedexeya derketina derve ragihandibû lê vê rewşê demek kurt dom kir paşê xwepêşander dîsa derketin derve û çalakiyên xwe berdewam kirin.

Partiya Deiwe ya Îslamî ya Iraqê partiya Nûrî Malikî ye, bizava Bedir jî ya Hadî Amirî ye.

Basnews
Top