• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li parzûngeha neftê teqîn: 100 mirî

Gulan Media April 24, 2022 Nûçe
Li parzûngeha neftê teqîn: 100 mirî

Li parêzgeha Rivers a Nîjeryayê di teqîna li parzûngeheke neftê ya neqanûnî de, herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan.

Komîserê Çavkaniyên Neftê yên parêzgeha Riversê Goodluck Opiah di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva Înê li parzûngeheke neftê ya neqanûnî li parêzgeha Rivers teqînek rû da.

Opiah diyar kir ku di şewata ku piştî teqînê derket de herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan.

Tevî hewildanên hikûmetê, li Nîjeryaya ku ji aliyê neft û gazê ve dewlemend e, hejmareke mezin a parzûngehên neftê yên neqanûnî hene.

Hikûmetê destnîşan kir ku ji ber diziya neftê rojane 200 hezar bermîl nefta xam li welêt winda dibe.

Di Cotmeha 2021an de jî li parêzgeha Rivers a Nîjeryayê di parzûngeheke neftê ya neqanûnî de teqînek rû dabû û 25 kes miribûn.

 

Rudaw

Top