• Tuesday, 24 February 2026
logo

Dadgeha Destûrî ya Almanya: PKK mîna DAIŞ û Qaîdê ye

Gulan Media April 24, 2022 Nûçe
Dadgeha Destûrî ya Almanya: PKK mîna DAIŞ û Qaîdê ye

Dadgeha Destûrî ya Almanya ragehand, PKK mîna DAIŞ û Qaîde ye.

Dadgeha Destûrî ya Almanya raportek li ser PKKê belav kiriye û ragehandiye, di nav 6 mehan de organên PKKê yên li Almanya bi rêya sosyal medyayê 370 kes xapandine û tevlî refên PKKê kirine.

Di raporta dadgehê de hatiye gotin, PKK rêxistineka çepgir û radîkal e û şêwaza xebata wê mîna DAIŞ û Qaîdê ye.

Dadgeha Destûrî ya Almanya daye zanîn jî, di heyama çend mehên borî de herî kêm 21 kes ji wan 370 kesên ku ji aliyê PKKê ve hatine xapandin, di şer de hatine kuştin.

Li gorî agahiyên dadgehê, ji ber şerê alîgirên PKK û penaberên Tirk li Almanya herî kêm 130 kes hatine kuştin.

 

 

Basnews

Top