• Monday, 16 February 2026
logo

Xaneqîn – Hikûmeta Iraqê gefa wêrankirina gundên kurdan dixwe!

Gulan Media September 7, 2018 Nûçe
Xaneqîn – Hikûmeta Iraqê gefa wêrankirina gundên kurdan dixwe!
Berpirsekî PDKê dibêje, hikûmeta Iraqê gef li xelkê çend gundên kurdan yên Xaneqînê xwariye û ji wan re gotiye, eger venegerin gundê xwe dê gundê wan wêran bikin!

Berpirsê karûbarên PDKê li nahiya Qeretepe ya bajarê Xaneqînê, Kemal Îbrahîm ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê gef li xelkê çar gundên kurdan yên devera Qeretepe xwariye ku eger venegerin gundê xwe dê gundê wan wêran bikin!

Kemal Îbrahîm her wiha got, xelkê wan gundan 3-4 meh berê ji tirsa terorîstên DAIŞê gundê xwe vala kirin û beşek ji wan li Qeretepe bicîh bûn beşek jî derbasî Xaneqîn û bajarên din bûn. Xelkê wan gundan dibêjin, artêşa Iraqê nikare me biparêze ji ber wê jî em newêrin vegerin gundê xwe.

Basnews
Top