• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşte Hewlêrê

Gulan Media April 23, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşte Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya fermî bo Brîtanya û civînên ligel rayedarên payebilind ên wî welatî, vê êvarê 22yê Nîsana 2022yan gihîşte Hewlêrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de bi awayek, fermî ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û Wezîrên Derve, Navxwe, Berevanî, Perwerdehî, Enerjî, Bazirganî û çend rayedarên din ên payebilind ên Brîtanyayê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistamê ligel rayedarên payebilind ên Brîtanyayê de, li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.

Ji bilî hevdîtin û civînan, Mesrûr Barzanî li Londonê li Peymangeha Chatham House gotarek pêşkêş kir û behsa arîşe û astengiyên li pêşiya çaksazîya li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê kir.

 

K24

Top