• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ji Babacan li Amedê peyama 'welatîbûna wekhev'

Gulan Media April 22, 2022 Nûçe
Ji Babacan li Amedê peyama 'welatîbûna wekhev'

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan di xwarina fitarê ya li Amedê got, "Em dirûşmên biratiyê yên vala naqîrin. Em dibêjin wekhevî. Em bi awayekî wêrek balê dikşînine ser welatîbûna wekhev."

Îro Pêncşemê 21ê Nîsana 2022an Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan beşdarî xwarina fitarê ya partiya xwe li Qada Şêx Seîd a Amedê li Bakurê Kurdistanê bû.

Babacan di xwarina fitarê de got, "Ev sifreya ku me îro li Amedê daniye, sifreya hevgirtinê ye, sifreya wekheviyê ye. Ev sifra ku em nanê xwe li ser parve dikin, sifra aştiyê ye, sifra edaletê ye. Ji vê sifreya fitarê, ji vê meydanê ez hemû Amediyan silav dikim."

Alî Babacan li ser wekheviyê anî ziman, "Heger li Tirkiyê welatîbûna wekhev hebûya, dê rêz li îradeya her kesî bi heman rengî bihata girtin. Heger welatîbûna wekhev hebûya, dê qeyûman siya xwe neavêta ser demokrasiya me. Heger welatîbûna wekhev hebûya, dê îradeya hilbijêrên bajarên me nehatina dizîn. Heger welatîbûna wekhev hebûya, tu zimanê ku li vê xakê tên axaftin nedihatin paşguhkirin, kesî nedikaribû ziman wek "zimanê nenas" bidîtana.”

Babacan diyar kir ku ew hemû cihêrengiyên etnîkî, olî, mezhebî û çandî hembêz dikin.

Alî Babacan her wiha got, "Em cihêrengiyê wekî dewlemendiya xwe ya herî mezin dibînin. Bawer bikin em ê bi hev re bigihêjin armanca xwe ya Tirkiye ya ku her kes xwe wek welatî û birûmet hîs bike.

Armanca me ew e ku em Tirkiyê bikin welatekî ku tu kes neyê binpêkirin û fikr neyên paşxistin. Parolaya xurtkirina welatê me ew e ku her kes bi azadî biaxive. Lê mixabin îro di warê maf û azadiyan de pirsgirêkên me yên pir cidî hene.”

Alî Babacan destnîşan kir ku heger fikrên ne tundûtûj ji ber “propagandaya rêxistina terorê” bên cezakirin, li wî welatî tu maf û hiqûq namîne.

Alî Babacan li ser azadiya raderbirînê got, “Heger Serokê Baroyê bi dilê te be, bi dilê te nebe, ji ber axavtina xwe ya di televizyonekê de, were desteserkirin, were hedefkirin û were kuştin, li wî welatî pirsgirêka azadiyê heye.

Siyasetmedarekî ku hatiye girtin, tevî ku nexweşiya wî giran bûye di girtîgehê de bimîne, li wî welatî neheqî heye. Heger fikrên ne tund û ne tehdîd bi “propagandaya rêxistina terorê” bên cezakirin, li wî welatî tu maf û hiqûq nemaye. Ev hemû rûdan wijdanê diêşînin.”

 

Rudaw

Top