Parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê fermana girtina 16 rojnamevanên kurd da!
Sekreterê baskê Kerkûkê yê sendikaya rojnamevanên Kurdistanê Mehdî Ziryan ragehand, piştî 16ê cotmehê heta naha 40 binpêkirinên dervey zagonan li dijî rojnamevanên bajar hatine pêkanîn.
Mehdî Ziryan ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî piştî dagirkirina Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şeibî ve fermana girtinê bo 16 rojnamevanên kurd û sê rojnamevanên ereb derxistiye.
Herwaha got, Rakan Seîd Cibûrî ferman daye hêzên ewlehiya bajar lêpirsîna berdewam li hember rojnamevanan birêve bibin û beşek ji rojnamevanan jî ‘’Ji ber hebûna peyvendiya wan bi rêxistina terorîst’’ ve tometbar kiriye.
Basnews
