Civata parêzgeha Besreyê hate vala kirin
Hinceta biryara hikûmeta Bexdayê bo vala kirina civata parêzgeha Besreyê ewe ku vê mimkune xwepêşander êrîşî ser dezgeh û fermangehên fermî yên hikûmetê bikin.
Ji aliyeke din ve hêzên ewlekarî li Besreyê jî ketine nava amadebaşiyê û hêzeke zêdetir bo vê bajarê hatiye şandin lêbelê hikûmeta Bexdayê ji vê yekê ditirse ku xwepêşandan zêdetir bibin.
