• Monday, 16 February 2026
logo

PDK û Goran civiyan

Gulan Media September 5, 2018 Nûçe
PDK û Goran civiyan
Duh şanda partiya demorkata Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, li Silêmanî serdana tevgera Goranê kir û ji aliyê rayedarên goranê ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de her du alî behsa hilbijartinên Kurdistanê, hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û çend mijarên din kirin.

Piştî bi dawî hatina civînê jî, her yek ji peyvdarê goranê Şoreş Hacî û peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed di presskonferanseke hevbeş de navroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin.

Di vê presskonferansê de her du alî diyar kirin ku di civîna navbera PDK û Goranê de, her du alî li ser berevanî kirin ji maf û daxwazên gelê Kurdistanê li Bexdayê de, hemfikir bûne.

Herwiha Şoreş Hacî jî diyar kir ku em naxwazin temena parlementoya Kurdistanê were dirêjkirin û em dixwazin ku hilbijartin di dema xwe de were kirin.
Top