• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Almanyayê îro serdana Tirkiyê dike

Gulan Media September 5, 2018 Nûçe
Wezîrê Derve yê Almanyayê îro serdana Tirkiyê dike
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas îro Sêşemê ji bo gotûbêjkirina çend mijaran wek aborî, girtiyên alman ên li Tirkiyê, penaber, operasyona Idlib û peywendiyên du alî yên di navbera Berlîn û Enqerê de serdana Tirkiyê dike.



Peyamnerê Rûdawê li Enqere Şewket Herkî ragihand ku Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas serdana Enqerê dike û bû biryar e ligel rayedarên Tirkiyê bicive.



Şekwt Herkî da zanîn ku serdana Heiko Maas bo Tirkiyê dê du rojan berdewam dike û roja yekem dê li Enqerê û roja duyem jê li Stenbolê be.



Peyamnerê me destnîşan kir ku biryar e wezîrê alman di vê serdana xwe de ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu û serokê parlemntoya wî welatî Binalî Yildirim hevdîtinan pêk bîne.



Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye, ku di hevdîtinên Heiko Maas de dê peywendiyên dualî yên navbera herdu welatan û herwiha geşedanên dawî bêne gotûbêjkirin.



Di heman demê de medya Almanyayê jî ragihandiye ku yek ji mijarên Maas ên li Enqerê azadkirina girtiyên hemwelatiyên Almanyayê yên li Tirkiyê be û peywendiyên dualî yên navbera herdu welatan û herwiha geşedanên dawî tên gotûbêjkirin.



Heiko Maas di roja duyem a serdana xwe de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana Dibistana Amadeyî ya Almanya li Stenbolê dike û beşdarî merasîmekê bi helkefta 150emîn salvegera damezrandina Dibistana Amadeyî ya Almanî dibe û piştî merasîmê dawî li serdana xwe tîne.

Rudaw
Top