• Monday, 16 February 2026
logo

Li Qamişlo û Kobanê çalakiyên piştgiriyê bo Ramîn Hisên Penahî

Gulan Media September 5, 2018 Nûçe
Li Qamişlo û Kobanê çalakiyên piştgiriyê bo Ramîn Hisên Penahî
Li bajarê Qamişlo û Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, çalakî li dijî Îranê û bo piştgiriya çalakvanê Kurd, Ramîn Husên Penahî birêve çûn. Beşdaran daxwaza betalkirina biryara îdamkirina Husên Penahî û girtiyên din ên siyasî kirin.



Li bajarê Qamişlo doh Sêşembiyê bi dehan kes li ber ofîsa Netewên Yekgirtî û bi armanca şermezarkirina biryara îdamkirina Ramîn Husên Penahî kom bûn.



Xelkê beşdar di çalakiyê de dûrişm li dijî hikumeta Îranê û siyaseta Tehranê ya bidarvekirina kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bilind kirin û silogan avêtin.



Fîrûşa Remedan endamê rêveberiya rêxistina civakî ya giştî li qamişlo daxuyaniyek bi navê welatiyan xwend û têde kiryarên hikumeta îranê li beramber kurdan şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir êdî li hember bidarvekirina Ramîn Penahî bê deng nemînin.



Herwiha pêr Duşemiyê li bajarê Kobanê jî mîtîngek bo piştgiriya çalakvan û girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, Ramîn Husên Penahî birêve çû.



Di wê çalakiyê de bi dehan kes beşdar bûn û têde biryara bidarvekirina girityê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê, Ramîn Husên Penahî hate şermerzarkirin.



li Kobanî ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Demê ve hate organîzekirin.



Beşdaran bang li aliyên navdewletî kirin, ku li dijî siyaseta bidarvekirina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Îranê rawestin û daxwaza hilweşandina bidarvekirina Husên Penahî kirin.

Rudaw
Top