• Monday, 16 February 2026
logo

Prosesa propagendeyê hat paş xistin

Gulan Media September 5, 2018 Nûçe
Prosesa propagendeyê hat paş xistin
Biryar bû sibê prosesa propagendeya hilbijartinên 30 Îlonê bo parlementoya Kurdistanê destpê bike, lêbelê êwara îro Peyvdarê komîsyona bilind ya hilbijartinan, Şêrwan Zirar di presskonferansekê de ragihand ku destpê kirina prosesa propagendeyê hatiye paşxistin.

Şêrwan Zirar diyar kir ku li ser esasê lihev kirina aliyên têkildar û herwiha bi biryara komîsyonê destpê kirina prosesa propagendeyê bi qasî hefteyekê hatiye paşxistin û piştî hefteyekê din vê ev prosesa han destpê bike.

Top