YPG: Di meha Tebaxê de 57 cîhadî û leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastia Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya meha Tebaxê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir.
YPG’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 57 çete û leşkerên Tirk hatine kuştin û 40 çete û leşker jî birîndar bûne.
