HDPê ji bo çalakvan û girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hûseyîn Penahî bang li hukumeta Îranê kir
Di nameya bilez de wiha hat gotin:”Li gor agahîyan brêz Penahî ve 4ê Îlonê bê sedarekirin ev bûye sedema zedebûna metirsîbûna me. Sizaye sedarekirine binpêkirina mafê mirovane. Ev siza dijî nirxe mirovatîye ye gerdûnî ye. Ev sizaye sedarekirine di nav Kurden li Tirkîyê de bûye sedema bertek û xemgînîye. Em daxwazdikin ev siza be hilveşandin û sedarekirina Ramîn Hûseyîn Penahî bê rawestandin.”
Ramîn Hûseyîn Penahî yê 24 salî roja 22ê Hezîrana 2017ê li bajarê Sine bi birîndarî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatibû girtin.
Dadgeha Îranê biryara sedarekirine di derheqe Penahî de sepandiye lê ev biryar di raya giştî de rastê karvedaneke mezin hatiye û ji ber fişarên raya giştî ya Rojhilatê Kurdistanê û herwiha fişarên navdewletî, hikûmeta Îranê heta niha nehatîye cîbicî kirin.
Hûseyîn Penahî bi tohmeta ”dijayetiya xwedê û endambûna di rêxistineke Kurdî ya çekdar de” hatibû sizakirin.
Waar
