• Monday, 16 February 2026
logo

Akademîsyenê ereb: Dewleta serbixwe ya Kurdistanê dê her ava be!

Gulan Media September 3, 2018 Nûçe
Akademîsyenê ereb: Dewleta serbixwe ya Kurdistanê dê her ava be!
Akademîsyen û siyasetmedarê ereb Dr. Îsam Ebdula ragehand, ku dê dewleta serbixwe ya Kurdistanê her ava bibe.

Mamostayê zanistên siyasî li Misirê û pisporê siyaseta derve yê Amerîkayê Dr. Îsam Ebdula di kanaleke erebî de ragehand, Amerîka tenê bê hebûna hêzeke kurd nikare sînorê navbera Iraqê û Sûriyê kontrol bike.

Îsam Ebdula ragehand, kurd rast gote ne û hevpeymanên başin bo Amerîka û Amerîka jî li rojhilata navîn tenê dikare ‘’Li ser kurdan hesaban bike.’’

Akademîsyenê ereb piştrastbûna xwe nîşan da ku dê dewleta serbixwe ya Kurdistana mezin di dema guncaw de her dê ava bibe û got; ev ne tenê ev ne daxwaza hemwelatiyên kurd e, herwaha daxwaza civaka navnetewî ye jî.

Li gor Îsam Ebdula yek ji sedemên têkçûna peyvendiyên Tirkiyê û Amerîkayê jî, piştevaniya Washingtonê ya ji kurdan re ye û vê yekê Receb Tayîb Erdogan pir aciz kiriye. Herwaha bi teqezî got, bi piştrastî dibêjim Amerîka û Tirkiye dê dijî yek rastî hev bên.

Îsam Ebdula got, Rûsya amadeye pişt bide Tirkiyê, ji ber Enqere ne hevbeşek serekî û stratejik ê Moskowê ye.

Basnewws
Top