Nêçîrvan Barzanî û Eli Bapîr civîyan
Hozan Qadir peyamnêrê WAARê li Hewlêrê ragihand; Îro li siat 10:30 sibehê şandeka bilinda PDKê bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî cihgirê serokê PDKê seredana Komela Îslamî kir û digel Sekreterê Komel Elî Bapîr civîyan.
Diyar jî kir, Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr gotûbêj li dor hilbijartinên parelemantoyê Kurdistanê û herwiha pêkanîna hikumeta nû ya Îraqa fîdral kirin.
Piştî kombûnê her yek ji Mehmûd Mihemed peyivdarê PDKê û ‘Ebdulsetar Mecîd, peyivdarê komela Îslamî di prêskonferansekî hevpişik de encamên kombûnê ragihandin.
Şanda PDKê bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî, li du rojên borî jî seredana Yekgirtû ya Îslamî kir û heman pirsên hilbjartinên Herêmê û pêkanîna hikumeta Îraqê digel da bas kirbûn.
Waar.tv
