Xwepêşanderên Besrayê bîreke neftê û deriyeke sînor daxistin!
Îro 02.09.2018ê bi sedan hemwelatiyên Besrayê çûn pêş deriyê serekî yê bîra nefta Bin Omer a Besrayê.
Xwepêşanderan nerazîbûnek tund dijî awayê bersiv dayîna hikûmetê ya dijî xwepêşandanan nîşan dan û ragehandin ku dê xwepêşandanên xwe berdewam bikin û heta mafên xwe bidest bixin dê xwepêşandan pêkbên.
Piştre jî xwepêşanderan li ser daxwaza lijneya hemahengiya xwepêşandanan ber bi deriye Şelamçe ya di navbera Iraqê û Îranê de çûn û nûçeya daxistina deriyê sînor jî di çapemeniya Iraqê de cîh girt.
Ji ber nebûna pêdiviyên serekî yên jiyanê, bi taybet jî ava vexwarinê, elektrîk û kar nekirina hikûmetê bo dabîn kirina ava vexwarinê ji xelkê Besrayê re, xwepêşandan destpê kirin û ew xwepêşandanane piştre li gelek bajarên başûrê Iraqê jî belav bûn.
Basnews
