• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî: Asayî kirina rewşa Kerkûkê karê me yê serekî ye!

Gulan Media September 2, 2018 Nûçe
Serok Barzanî: Asayî kirina rewşa Kerkûkê karê me yê serekî ye!
Serok Barzanî di hevdîtina gel nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Jan Kubis de ragehand, asayî kirina rewşa Kerkûkê karê serekî yê hêzên Kurdistanî ye.

Li gor daxuyaniya baregeha Barzanî îro 02.09.2018ê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NYê Jan Kubis kir.

Di hevdîtinê de gotûbêja rewşa Iraqê û hewldanên taybet ên dawiyê yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatine kirin û Jan Kubis pesnê nirxê herêma Kurdistanê û rola serok Barzanî ya zelal kirina projeyên siyasî yên li Iraqê jî bilind nirxand.

Daxuyaniyê de hat gotin, Kubis nîgeraniyên NYê yên derbarê proseya siyasî ya Iraqê ya piştî helbijartinên parlamentoya Iraqê ji Serok Barzanî re ragehandiye.

Derbarê asayî kirina rewşa Kerkûkê û nehiştina dagirkeriya li wî bajarê de jî Serok Barzanî ragehand: ‘’Asayî kirina rewşa Kerkûk û navçeyên din bi rêya bicîh anîna destûrê ve, ji ber rêkeftineke dualî ya di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de wek ewlehiya serekî ya aliyên Kurdistanê ye û bi awayekî bo çareseriyek ji pirsgirêkên li wan navçeyan re hatiye danîn.’’

Serok Barzanî diyar kir, ‘’Ew rastiya naha bi zora çek û dagirkeriyê ve ava bûye, bi ti awayekî çav jê re nayê girtin û nayê qebûl kirin û pêwîste ew rastî nemîne.’’

Derbarê sedemê çêbûna pirsgirêk û krîzên li Iraqê de jî, serok Barzanî ragehand, hevbeşiya biryar dayînê li Iraqê nemaye û tişta li gel herêma Kurdistanê jî giringe, paye û kes nînin, bernameya siyasî nirxê xwe heye ku pêwîste li ser bingehê 3 prensîbên hevbeşiyê, lihevkirinê û hewsengiyê be.’’

Serok Barzanî got, bo çareseriya pirsgirêkan ‘’Pêwîste garantî û mekanizmaya ronî bo bicîhanîn û pêbendbûn bi rêkeftin û 3 prensîbên serekî hebe.’’

Basnews
Top