Berpirsekî Gorran: Eger meytê Gorranê jî li erdê be dê dîsa ji YNKê bibe!
Endamê civata giştî ya Gorranê Xelîl Serkanî ji BasNewsê re got, hilbijartinên Kurdistanê di rewşek wisa de ye ku mirov nizane dê bên kirin yan na. Lê bi îhtimalek mezin hilbijartin dê bên kirin.
Xelîl Serkanî her wiha got, YNK dibêje şert û merc bo hilbijartinan ne amade ne, ji ber wê jî ez texmîn dikin hilbijartin bên paşxistin.
Wî berpirsê Gorranê anî ziman ku rewşa YNKê gelekî xirab e û got, di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de YNKê sextekariyên mezin kir û karî xwe rizgar bike. Lê YNK dizane vê carê nikare dengên pêwîst bîne ji ber wê jî naxwaze hilbijartin bên kirin.
Bi gotina wî endamê civata giştî ya Gorranê, di her rewşê de dengên Gorranê dê ji yên YNKê zêdetir bibin heta eger meytê Gorranê jî li erdê be!
Serokê civata giştî ya Gorranê Reûf Osman jî beriya niha gotibû, Gorran jî mîna YNKê dixwaze hilbijartin bên paşxistin çimkî ew ditirsin PDK piraniya dengan bi dest bîne û bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne!
Basnews
