• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li bajarekî Kurdistanê motosîklet hatin qedexe kirin

Gulan Media April 12, 2022 Corane
Li bajarekî Kurdistanê motosîklet hatin qedexe kirin

Îro rêveberiya polîsê Kerkûkê ragehand, ji naha û pê ve hatûçûya hemû cure motosîkletan li nav bajar de qedexe ye, tenê ewên ku karê gehandina xwarin û tiştan dikin dikarnin motosîkletê bikarbînin.

Rêveberê polîsê Kerkûkê beyanameyek belav kir û li gor biryarên plana ewlehiyê ya parastina bajar, di meha Remezanê de qedexeya hatûçûna motosîkletan di heyama vê mehê de hatiye sepandin.

Hat teqez kirin ku herkesekî ku binpê kirinê bike û motosîkletan di vê heyamê de bikarbîne dê li gor yasayan bê ceza kirin.  

 

Basnews

Top