Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Îtîlafa Elweteniye kir
Li civînê de ronahî xistin li ser ezmûnên derbasbûyî ya proseya siyasiya Iraqê li piştî qonaxa 2003 û wan babetan xistin ber behs û guftûgoyê ku bûne sedema wê yekê Iraq tûşî qeyrana kûr ya siyasî û emnî û aborî bibê û şanda mîhvan jî nîgeraniyên xwe li ser tehdit û aloziyên niha ya li nav proseya siyasiya Iraqê bi Serok Barzanî gihand.
Pêkanîna hikûmeta nû û hilbijartina sê serokayetiya Iraqê û pêkanîna mezintirîn kutleya parlemenî û danîştina yekema parleman û eger û pêşhatên peywist bi proseya siyasî mijareke dinê civîna di navbera Serok Barzanî û şanda bilinda Îtîlafa Elweteniye ya Iraqê bû û têda tekez li ser pabendbûna sê prensîpên şeraketiya rastî û tewafuq û parsengiyê kirin û her wiha wê yekê jî dûpat kirin ku ji bo parastina şeraket û binyatnana dewlet û pabendbûna bi rêkkeftinan pêwîstî bi mîsogerî û mekanîzmeke rûn heye.
Waar.tv
