Qasim Silêmanî gefa kuştinê li serkirdeyên Iraqî dike
Heman jêderî diyar kir, peyama gefa kuştinê, rasterê ji hejmarekê ji serkirdeyên siyasî yên Sunne re hatiye, ku heger ewana tevlî Hevwpeymaniya Nesir û Sairûn bibin, wê rastî kuştinê bên.
Gefên Qasim Silêmanî, hevdem bûn li gel civîna Hevpeymaniyên Sairûn, Nesir, Hikme û El-Weteniye, bi mebesta pêkanîna mezintirîn kutleya perlemanî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû.
Li gorî zanyariyên kenala Sky News, armanca Qasim Silêmanî ji wan gefan ew e, ku fişarê li hêzên Sunnî bike, daku tevlî hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî û ya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî bibin, ji ber ku Malikî û Amirî ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin.
K24
