Hindiyan 'şopa xwedayê xwe' li Kurdistanê dîtin
Hindî bawer dikin ku rolyefên ku di dema kolandinê de li Silêmaniyê di zinarekî de hatine dîtin yên Xweda Rama ne. Rêveberiya Berhemên Dîrokî ya Germiyan amaje bi wê yekê dike ku rolyef ne ya xwedayekî Hindî ne.
Di lêkolînên ku li herêma navbera çiyayên Belûle û Bemo yên di nav sînorên navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê de hatin kirin, rolyefên ku di zinarekî de hatine qewartin û tê texmînkirin ku dîroka beriya zayînê 2000 salî ye, hatin dîtin.
Piştî ku dîroknas Osman Tofîq wêne li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir, çapemeniya Hindistanê nivîsand ku rolyef yên Xweda Rama, avatarê heftemîn Xwedayê Vîşnû yê di Mîtolojiya Hindî de ne.
Li ser vê nûçeyê, Balyozxaneya Hindistanê ya li Iraqê di sala 2019an de li gel şandeke bi amadebûna berpirsên Wezareta Çand û Berhemên Dîrokî ya Hindistanê serdana herêmê kiribû û lêkolîn kiribûn.
Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê û dîroknas Dr. Dilşad Zamwa di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got “Medyaya Hindistanê derbarê vê herêmê de gelek nûçe radigihînin. Ew bawer dikin ku ev rolyef yên Xweda Rama ne. Bi heyetên pisporên wezaretan re hatin vir. Di lêkolînan de derket holê ku tu eleqeya rolyefan bi Mîtolojiya Hindî re tune ye.”
Rudaw
