• Monday, 16 February 2026
logo

Îranê “zexta ku Amerîka li hevpeymanên xwe dike” rexne kir

Gulan Media August 31, 2018 Nûçe
Îranê “zexta ku Amerîka li hevpeymanên xwe dike” rexne kir
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got ku Amerîka ji bo îmtiyazan bi dest bixe di meseleya Îranê da zextê li mitefîqên xwe dike.

Zerîf ji bo hin hevdîtinan hat Enqereyê û daxuyanî da IRNAya ajansa fermî ya Îranê û wiha axivî: “Amerîka di meseleya Îranê da ji bo ku îmtiyazan bi dest bixe zextê li mitefîqên xwe dike. Ji bo menfaeta xwe tu sînoran nas nakin. Heta li mitefîqên xwe jî heman tişt kirin.”

Zerîf got ku îro mitefîqên Amerîkayê, Tirkiye û welatên Ewropayê jî dizanin ku rêveberiya Washingtonê hevkarekî pêbawer nîne.

Zerîf pesnê helwesta Hikûmeta Tirk û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya dijî Amerîkayê da û wiha dewam kir: “Tesîra zextên Amerîkayê yên ku li ser hin welatan dike, zêde tesîrê nake. Vê helwesta Tirkiyeyê nîşan da ku wê ji welatên din re jî bibe mînak û têkiliyên di navbera van welatên wê bihêztir bike.”

Waar.tv
Top