• Monday, 16 February 2026
logo

Nerazîbûna li hember vegerandina Ereban zêde dibe

Gulan Media August 31, 2018 Nûçe
Nerazîbûna li hember vegerandina Ereban zêde dibe
Her diçe nerazîbûna li hember vegerandina Ereban ji bo bajarokê Sinûnê yê Şingalê zêdetir dibe. Hemwelatiyên Şingalê dibêjin: “Ew Erebên ku vedigerînin di dema xwe de alîkariya DAIŞê kiribûn.”



Bi biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, 100 malbatên Ereb vegeriyane gundê Golat a bajarokê Sinûnê. Ev gund dikeve rojhilatê navçeya Şingalê. Li gorî gotina xelkê Şingalê, di 3ê Tebaxa 2014ê de, dema çekdaran êrîşî Şingalê kirin piraniya xelkê vî gundi ligel DAIŞê de bûne. Ji ber vê yekê Şingalî li hember vegerandina van malbatan nerazîbûna xwe diyar dikin.



Hemwelatiyê bi navê Seydo Derwêş dibêje: “Ew Erebên ku careke din vegerandine vê deverê destêwan di kuştina me, jin û zarokên me de heye. Niha dixwazin careke din wan Ereban bihêz bikin û bikin belaya serê me. Em dixwazin hêza Êzdiyan a berevaniyê hebe, tenê ne hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi hev re me biparêze.”



Hesen Eydo hemwelatiyekî din ê Şingalê ye û dide xuyakirin, ku wî çend kesên vegeriyane gundê Golat naskirine û dibêje, ew beriya niha li gel DAIŞê bûne:



“Ew Erebên ku niha vegerayane Golat xwîşk û dayikên me birin, wan bav û birayên me kuştin. Ti tişt nema ku bi serê me de neanîn. Niha jî vegeraniyane û ev yek ji bo me nebaş e. Rewş roj bi roj xiraptir dibe.”



Rêveberiya Sinûnê û Şingalê piştrast dikin ku hikûmeta Iraqê li ser vegerandina wan malbatên Ereb ew agahdar nekirine.



Rêveberê bajarokê Sinûnê Xwedêda Cukê diyar kir, ku bi vegerandindina van malbatên Ereb li ser jiyana xelkê metirsî peyda dibe.



Xwedêda Cukê dibêje: “Xelkê me êdî tirs derbas kir, tirsa me nemaye lê hê jî metirsî li ser jiyana jin û zarokên me heye. Em li dewletekî ne lê ew dewlet me naparêze.”



Beriya şerê DAIŞê li gundê Golat nêzîkî 500 malbatên Ereb dijiyan. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya çend rojan biryar da ku Erebên Şingal û Rebîeyê vegerin malên xwe.

Rudaw
Top