Trump: Ez ji Erdogan dilşkestî bûm
Donald Trump ji televzîyona Bloomberg News a amerîkî re axivî û diyar kir, ku bi hevkariya wî Îsraîlê hemwelatiyekê Tirkiyê azad kiriye û li hember vê yekê ew jî li bendê bûye, ku keşeyê amerîkî Anrew Brunson were berdan.
Trump âmaje bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got: “Min ji bo wî yek da berdan. Ji ber vê yekê jî ez dilşkestî bûme. Lê em ê lê bineran ka çawa dikarin çareser bikin.”
Hêjayê gotinê ye, ku meha borî Îsraîlê hemwelatiya Tirkiyê Ebrû Ozkan, ku li Orşelîmê hatibû girtin, azad kiribû û şandibû Tirkiyê. Medya Îsraîlê îdîa kiribû, ku Trump ji rêveberiya Tel Avîvê xwestiye wê serbest berdin.
Li gorî heman nûçeyan li hember azadkirina Ebrû Ozkan, Serokê Amerîkayê ji Tirkiyê xwestiye keşe Brunson azad bike.
Rudaw
