Li Efrînê teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene
Li Efrînê li ser riya bajarokê Reco teqîneke mezin çêbû. Li gor welatiyekî ku mala wî li ber cihê teqînê bû, bermîleke gemarê teqiyaye û ziyaneke gelekî mezin gihandiye derdora xwe.
Wî welatiyê da zanîn, ku teqîn li kêleka dibistana Fêsel Qedûr çêbû. Li gorî zanyariyan dayîkek û kurê xwe hatine kuştin û herî kêm 20 kes jî birîdar bûn.
Piraniya kesên ku birîndar bûne, birînên wan giran in û rewşa wan xeter e.
Heta niha tu aliyekî ew teqîn li xwe negirtiye.
Rudaw
