• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Îranê li Enqerê bi Erdogan re civiya

Gulan Media August 30, 2018 Nûçe
Wezîrê Derve yê Îranê li Enqerê bi Erdogan re civiya
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li Enqerê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf kir.



Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf îro çarşemiyê bi serdaneke neçaverêkirî gihişte Enqere ya paytexta Tirkiyê



Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Cewad Zerîf hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî amade bû. Hevdîtin bo dema saetê berdewam bû.



Beriya hevdîtinê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku di hevdîtina li gel Zerîf de dê mijara peywendiyên dualî û herwiha rewşa Sûriyê were gotûbêjkirin.



Li ser pirsa ku gelo dê mijara Amerîkayê jî were gotûbêjkirin, Çavuşoglu got: “Dibe ew bîne rojevê, ez nizanim.”

Rudaw
Top