“Nabe ku êdî dinya li hemberî êşa Myanmarê çavê xwe bigire”
Haley di rûniştina Myanmarê ya li Konseya Ewlehiya NYyê (KENY) da axivî û bal kişand ser rapora der heqê Misilmanên ji Arakanê ku duh li NYyê hat eşkerekirin û got ku rastiya êşên li Myanmarê qewimîne divê êdî ji çar aliyê dinyayê va baş bê dîtin û wiha domand: “Lazim e êdî li ser wê rastiya ku Misilmanên Arakanî rastî qirkirineke nijadî hatin bê sekinin û dengê wan bê bihîstin.”
Nûnera Daîmî ya NYyê ya Amerîkayê Haleyê qala rapora ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê bi hezar û 24 penaberên Arakanî yên li kampên Coks Bazarê ra dimînin ra hevdîtin kiribû û weşandibû kir û got: “Tiştê ku Artêşa Myanmarê aniye serê Arakaniyan tiştên wisa nin ku aqilê merivan hilnade. Mirov naxwaze tiştên hatine serê Arakaniyan bibihîze.”
Haleyê ragihand ku endamên KENYê yên wek Amerîka, Îngiltere, Kuweyt, Hollanda û Perûyê ji bo hovîtiya li Myanmarê di rojevê da cih bigire hewl dan û wiha dewam kir: “Me hewl da ku bila hêzên ewlehiyê yên Myanmarê hesabê kirinên xwe bidin. Lê divê ji vê zêdetir bê kirin. Heta ku hikûmeta Myanmarê ji bo berpirsên vê qeyranê tespît neke û soz nede wê li welêt heqê kêmneteweyan di bin piyan da be. Em ji ber kirinên endamên KENYê yên piştî bûyerên Ruandayê, Srebrenîtsayê û yên beriya me hê jî şerm dikin. Heke em niha dest bi xebatê nekin di mijara Myanmarê da jî emê di nîvê rê da bimînin.”
Waar.tv
