• Monday, 16 February 2026
logo

Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li Îdlibê zêdetir dike

Gulan Media August 30, 2018 Nûçe
Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li Îdlibê zêdetir dike
Digel egera destpêkirina operasyona hikûmeta Sûriyeyê ya li dijî Îdlibê, Arteşa Tirkiyê jî hêzên xwe yên li Îdlib û Hamayê zêdetir dike.

Ji bo bihêzkirina xalên çavderiyê yên li Îdlib û Hamayê artêşa Tirkiyê bi dehan wesaîtên zirxpoş ên leşkerî li wan her du parêzgehan bicih kirin.

Digel wesaîtên zirxpoş, hejmarek leşkerên Tirkiyê û çekdarên grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê jî li xalên çavdêriya Tirkiyê hatin bicihkirin.

Ev şandina hêzê ji aliyê Tirkiyê di demekê de ye, artêşa Sûriyê demek e hêzê xwe li nêzîkî Idlibê zêde dike û amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Idlibê bike.

Rûsya û Tirkiyê û Îranê di Gulana sala 2017an de li Astanayê li ser avakirina “Navçeyên kêmkirina aloziyan” li hev kiribûn, di meha Cotmeha bûrî de jî Tirkiyê dest bi avakirina xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê kiribû.

K24
Top