• Monday, 16 February 2026
logo

Guvaşên Amerîkayê Tirkiyê nêzîkî Ewropayê dike

Gulan Media August 30, 2018 Nûçe
Guvaşên Amerîkayê Tirkiyê nêzîkî Ewropayê dike
Aloziya di navbera Tirkiye û amerikayê tevî hemû bandora xwe ya xirab li ser aboriya Tirkiyê heman demê bûye derfetek jî ku Tirkiye peywendiyên xwe bi yeketiya Ewropayê re baş bike.



Seredana Wezîrê darayî û aboriya Tirkiyê bo Fransayê, peywendiya telefonî ya Serokomarê Tirkiyê Erdogan a bi Serokwezîra Brîtanyayê May re û peyamên piştgiriya welatên ewropî bo Tirkiyê bûne cihê hêviyê ku peywendiyên xwe bi Yeketiya Ewropayê re baş bike.



Herwiha biryare di rojên pêşiya me de şandeke Tirkiyê seredana çend welatên ewropî bikin.



Li aliyê din ji destpêka krîza bi Amerikayê re heta niha beşek welatên ewropî piştgiriya Tirkiyê dikin. Parlementerek ji oposizyona Tirkiyê jî dibêje armanca welatên ewropî bi destxistina derametên Tirkiyê ne.



Parlementerê CHPê Orhan Saribal li ser mijarê dibêje Ewropa naxwaza aboriya Tirkiyê têk biçe ji ber ku Tirkiye bûye beşek ji sermayaye gerdûnî.



Saribal ji Rûdawê re got: “Piştî sala 1980 Tirkiye bû qada sermayeya gerdûnî. Armanca wan jî bidestxistina derametên Tirkiyê bû. Di dema AKPê de jî girîngî tenê bi karê bazirganî dan. Plana ewropiyan mijandina dermatên vî welatî bû. xwe tevî meseleyên mafê mirovan nekirin, nexwastin xwe têkilî vê meselê bikin.”



Li aliyê din beşek Kurd jî dixwazin ku nêzîkbûna Yeketiya Ewropa û Tirkiyê sûdê bide meseleya mafê mirovan lê Cigirê Serokê Gruba HDPê Ayhan Bîlgen dibêje êdî Ewropa ne Ewropaya caran e û berjewendiyên wan girîntirin ji mafê mirovan.



Ayhan Bîlgen got: “Eger bêyî ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk, tenê weke peywendiyeke di navbera welatan de ev mesele bimeşe, çi sûdê nade jiyana xelkî û meseleya demokrasiyê û mafê mirovan. Mijar girêdayî wê yêkê ye ka biryarderên yeketiya ewropayê û welatên yeketiya ewropayê dê çend girêdayî pîvanên xwe bin.”



Biryare rojên peşîya me wezîrê darayî û aboriya Tirkiyê seredana birîtanyayê bike û li dijî guvaşên amerîkayê dubare daxwaza piştgiriya siyasî û aborî ji brîtanya welatên ewropî bike.

Rudaw
Top