• Monday, 16 February 2026
logo

Şêniyên Besreyê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin

Gulan Media August 29, 2018 Nûçe
Şêniyên Besreyê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin
Piştî çend rojan ji aram bûna rewşa bajarê Besreyê, îro dîsa şêniyên vê bajarî li dijî hikûmeta Bexdayê dest bi xwepêşandaneke berfire kirin.

Xwepêşander di nava tax û meydanên mezin yên vê bajarî de kon vedane û gazindan ji hikûmeta Îraqê dikin û dibêjin her çend beşeke mezin ji dahata Îraqê bi rêya Besreyê tê dabîn kirin, lêbelê rewşa jiyanê li Besreyê gelek xirabe û ti xizmetgozariyek ji aliyê hikûmetê ve nayê pêşkêşkirin.

Herwiha diyar kirin ku hikûmet heta niha nikariye ava vexwarinê jî bo şêniyên Besreyê dabîn bike û jiber vê yekê heta niha zêdetir ji 4 hezar kes jiber vexwarina ava pîs nexweş ketine.

Top