• Monday, 16 February 2026
logo

Qamişlo – Mesîhiyan li dijî girtina dibistanên xwe xwepêşandan kirin

Gulan Media August 29, 2018 Nûçe
Qamişlo – Mesîhiyan li dijî girtina dibistanên xwe xwepêşandan kirin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, welatiyên mesîhî li dijî girtina dibistanên xwe xwepêşandan kirin.

Hejmarek ji kesûkarên şagirtên dibistanên Xiristiyanan li bajarê Qamişlo li dijî girtina dibistinên wan xwepêşandanek li dijî Rêveberiya Xweser kirin.

Duh hêzên asayişa PYDê hejmarek ji dibistanên mesîhiyan li bajarê Qamişlo, bi behaneya ku “li dijî pîvan û qanûnan in”, girtin.

Piştî girtina dibistanan li taxa Wista ya Qamişlo, ku taxa mesîhiyan e û xwendina bi rêbazên rêveberiya xweser ku di destê PYDê de ye, red dikin, malbatên şagirdan xwepêşandan kirin.

Li gorî agahiyan, xwepêşander bi hildana ala Sûriyê ta dibistana Emel meşiyan û derbasî dibistanê bûn.

Li gorî biryara Desteya Perwerdê ya kantona Cizîrê, divê li hemû dibistanan rêbazên rêveberiya xweser bên bicîhanîn.

Basnews
Top