“Di polîtîkaya derva ya Tirkiyeyê da hevsengiyek heye”
Çavuşoglu li Litvanyayê bi Wezîrê Karên Derva yê Litvanyayê Linas Linkevîcius ra civiya û peyda di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir têkiliyên me yên bi Rûsyayê ra alternatîfa têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) û Amerîkayê ra nînin û got di polîtîkaya derva ya Tirkiyeyê da hevsengiyek heye.
Çavuşoglu ji bo têkiliyên bi Amerîkayê ra diyar kir heger wekî di fîlmên kovboyan da bibêje ‘ez çi bixwazim dikim’, ev nabe.
Mevlut Çavuşoglu ji bona mueyîdeyên Amerîkayê jî wiha got: “Dewletek dijî dewleteke din biryarên neadil dide û em mecbûr nînin qebûl bikin.”
Waar.tv
