• Monday, 16 February 2026
logo

Erşed Salihî: Em bi vî alî re ne ku dijî vegera pêşmerge bo Kerkûkê be

Gulan Media August 29, 2018 Nûçe
Erşed Salihî: Em bi vî alî re ne ku dijî vegera pêşmerge bo Kerkûkê be
Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê dibêje, ew dê bi wê hevpeymaniyê re bin û pê re kar bikin, ya ku li dijî vegera pêşmerge bo Kerkûkê be.



Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê, Erşed Salihî ragihandiye, ew roja yekşemiya vê heftiyê li gel hevpeymaniyên iraqî yên weke Saîrûn, Nesir, Hikme û Feth civiyane û mijara pêkanîna mezintirîn fraksyona parlamentoya Iraqê gotûbêj kirine.



Salihî herwiha dibêje, pêkhateya Tirkmen dê tevlî wê hevpeymaniyê bibe ku vegera pêşmerge bo Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyê red bike û postên wezaretî yên tirkmanan jî piştguh nexe.



Serokê Bereya Tirkmenî daye xuyakirin, ku ew weke aliyê Tirkmen ligel Hevpeymaniya Saîrûn gihîştine jihevtêgihîştineke mezin û hebeşiyên zêde di navbera wan de hene.


Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017, hêzên pêşmerge ji Kerkûkê û çend navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekişiyan û hêzên artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî li wan deveran bicih bûne.

Rudaw
Top