• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka bersiva Îranê li ser girtina “Hurmizê” dide

Gulan Media August 28, 2018 Nûçe
Amerîka bersiva Îranê li ser girtina “Hurmizê” dide
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bersiva fermandarekî Supaya Pasdarên Îranê derbarê girtina deriyê deryayî yê Hurmiz de dide û dibêje: “Îran kontrola tengeava Hurmizê nake.”

Duhî, Fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê Elî Riza Tengsîrî ragihandibû, tengeava Hurmizê bi tamamî di bin kontrola Îranê de ye.

Wî fermandarê Îranê gotibû jî: “Heger Amerîka bikaranîna tengeava Hurmizê li Îranê qedexe bike, Tehran wê tengeavê bi temamî digire.”

Ji aliyê xwe ve, îro Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” bersiva wî Fermandarê Supaya Pasdaran da û nivîsî: “Kontrolkirina Tengeava Hurmizê ne di destê Îranê de ye. Hurmiz deriyekî avê yê cîhanî ye.”

Pompeo dibêje: “Amerîka bi hevpeymanên xwe re berdewam dibe ji bo azadiya bazirganiyê di deriyên deryayî re bê parastin.”

Wezîrê Derve yê Amerîka duh di daxuyaniyeke rojnamevanî de jî gotibû, Amerîk bi hemû hêza xwe dê bersiva Îranê li pêş Dageha Dadê ya Navdewletî bide.

Biryar e di Mijdara dahatî de, Amerîka beşê diwem ji sizayên li ser Îranê bixe warê bicîkirinê de û her kompaniyeke petrolê piştî sepandina wan sizayan li gel Îranê kar bike, wê ji aliyê Amerîka ve bê sizadan.

Tengeava Hurmizê dikeve navbera herdu kendavên Faris û Umanê de û ew take riya deryayî ye, ku keştiyên petrola Kiwêt, Behrên, Îran, Iraq û Îmarat tê re derbasî Derya Hindî dibin.

K24
Top