• Tuesday, 24 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistanê pîvaneke nû tomar kir

Rojhilatê Kurdistanê pîvaneke nû tomar kir

Zêdetir ji 5 miliyon torîst serdana Rojhilatê Kurdistanê kirine.

Jiber betlaniya sersala nû û cejna Newrozê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 13 rojan betlaniya giştiye.

Ev dema dirêj ya betlaniyê derfetê dide Îraniyan daku sefer bikin.

Îsal jiber betlaniya han û nebûna rêkarên tund û qedexeyên taybet bi Koronayê, Rojhilatê Kurdistanê ku têde gelek cîhên dîrokî hene, pîvaneke nû tomar kir.

Li gor rayedarên her du parêzgehên Sine û Kirmaşanê, di betlaniya Newroza îsal de zêdetir ji 5 miliyon torîstîn navxweyî yên Îranî serdana bajar û cîhên torîstîkî yên Rojhilatê Kurdistanê kirine.

Ev di demekê deye ku gelek torîst jî serdana parêzgehên Urmiye û Loristanê jî kirine.

 

K24

 

Top